Çekdarên ser bi artêşa tirkiyê 2 keç ji bajarokê Girê Spî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Rewangeha sûrî ya mafên mirov ragihand, 2 keçikan dixwest ji Hesekê bi rêya Girê Spî derbasî tirkiyê bibin lê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin û heya niha nayê zanîn ew keçik ber bi ku derê ve hatîne birin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên mirov her weha amaje bi wê da, nayê zanîn çekdaran ew her du keç bi kû ve birine û çarenvîsa wan heya niha nediyare.
Tê zanîn ku artêşa tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve di Cotmeha 2019an de êrîşî ser Girê Spî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirin. Ji wê demê ve jî rê nadin ku kurd derbasî wan her du herêman bibin.