Herçend ku êrîşên bejayî yên tirkiyê li ser pêgehên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hatîne sekinandin lê belê êrîşên hewayî yên dewleta tirkiyê li ser başûrê kurdistanê ku bi sedema PKK ê ne, berdewamin û îro çendîn caran ev êrîş pêkanîn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 20/9/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê, hereketa gerîlayên PKK ê li çiyayê Bêsmitê li aqarê gundê Rezîkê- nahiya Sersink ku dikeve devera Berê Garê hedef kir.
Dest nîşan kir, ev êrîş êvara îro li saet 5:30 çêbûye, agahî li derbara zirarên PKK ê nîne lê belê, zirar bi aqarê gund ketîye.
Herweha hat eşkere kirin ku her îro li saet 7:20 balefirên Tirkiyê erebeyeka gerîlayên PKK ê li ser cadeya giştî ya dinavbera gundên Hîzankê û Bîlmendê li nahiya Çemankê hedef kiriye lê belê heya niha nayê zanîn zirarên PKK ê çendin.
Êrîşên dewleta tirkiyê li ser başûrê kurdistanê ji 15 meha xizîrana îsal berdewamin, Partîya Karkerên Kurdistanê jî ji bo ku gerîlayên xwe ji êrîşan biparêze, hereketa xwe xistiye nava gundan da û bi wê sedemê gundên sînorê parêzgeha Duhokê bi berdewamî tên hedef kirin.