Li Bakurê Kurdistanê, navçeya şaxê eskeran du hemwelatiyên kurd hatin binçavkirin û îşkencedan pişt re ew ji Helîkopterê da avêtin. Birayê Şîban, Cengîz Şîban diyar kir ku roja bûyer qewimî eskeran gefên kuştinê li wan xwariye.
Li navçeya şaxê ya bajarê wanê li Bakurê Kurdistanê eskerên dewleta tirk ku derketbûn operasyonê di 11ê Îlonê de Osman Şîban yê 50 salî, bavê 8 zarokan û Servet Tûrgût yê 55 salî bavê 7 zarokan binçav kirbû. Ji berku eskeran êşkenceyek gran li her du welatiyan kiriye wan radikin beşa lênêrîna awarte û tên dermankirin. Osman Şîban duh ji nexweşxaneyê hatbû derxistin û di rapora Şîban de hat destnîşankirin ku ew ji Helîkoptêrê hatine avêtin.
Piştî belavbûna wêneyên van du welatiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê di sosyal medyayê de ku eskerên dewleta tirkiyê ew pirr êşkence kirîne û pişt re ji Helîkoptêrê hatine avêtin di rojevê de cih girtin. Parêzeran ji ber sepana êşkenceyê gilî kirin.
Wêneyê Osman Şîbanê êşkence lê hatbû kirin piştî roja wêneyê wî derket holê û di raya giştî de bû cihê nerazîbûnê. Her wiha bi pey wêne re di rapora nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku ji Helîkoptêrê hatiye avêtin. Ser û çav lê reş û şîn kirine. Hat zanîn ku herçend van welatiyan destûr ji rayedarên dewletê wergirtiye ji bo ku biçin gundên xwe û karê çandiniyê bikin û ji wan re hatî ragihandin tengasî nîne û çûne gund serbeste lê dema ku çûy gund, operasyona eskeran li dijî PKK ê destpêkir û ew bi sûça alîkarî dane PKK hatin binçavkirin.
Rewşa yek ji du hemwelatiyan niha necêgîre û di rewşeke xerab daye.
Gundên van hemwelatiyên kurd li salên 90an û ji ber pevçûnên dinavbera PKKê û dewleta tirkiyê de hatîne valakirin û ti kesek li wir nemaye, di niha de xelkê gund bi stendna destîryê ji rayedarên eskerî yên tirkiyê seredana gundên xwe dikin ji bo karê çandinîyê lê belê pirr caran ew rastî pirsgirêkên bi vî awayî dihên û jiyan li wan dibe dujeh.