Cesedê berpirsekê PKK ê tê dîtin

Cesedê berpirsekê PKK ê li sînorê parêzgehîya Îdirê ya Bakurê Kurdistanê hat dîtin ku di operasyona Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê eşkere kir, cesedê berpirsekê serbazî yê PKK ê li sînorê parêzgehîya Îdirê hat dîtin ku di operasyona Yildirim-3 de hatîye hedef kirin.

Dest nîşan kir, ev berpirsê PKK ê bi navê Xalis Erdoxane û ew di lîsta reng gewir ya daxwazkiryên dewletê de bû.

Arteşa Tirkiyê li dema meha rabûrî, operasyona Yildirim li hejmareke navçeyên Bakurê Kurdistanê daye meşandin û heya niha 9 qonaxên vê operasyonê birêveçûne û herî kêm 41 Gerîla têde canê xwe ji dest dane.

Li derbara vê operasyonê, HPG ê eşkere kirîye ku li meha rabûrî 9 eskerên Tirk li Bakurê Kurdistanê hatine ceza kirin.

Pustên heman beş