Berpirsekê Rêveberîya Xweser, îro ber bi navçeyên jêr desthilata Tirkiyê çû û xwe radest kir.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, yêk ji berpirsên Rêveberîya Xweser, îro roja sêşemî 22/9/2020an, ji Reqqayê derketîye û ber bi bajarê Girê Sipî çûye û li wir xwe radestî komên girêday Tirkiyê kirîye.
Dest nîşan kir, ev kes berpirsê abûrî û darayî yê Rêveberîya Xweser bû li Girê Sipî, wexta ku ev bajar li jêr kontirola HSD ê de.
Nerîngeha Sûrî amaje kir ku asayîşa Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê, ev demeke heweke desteser kirinê li dijî berpirsiyarên ku goman li ser heye cînayetên gendeliyê kirbin, dest pê kirîye, heya niha 96 kes bi cînayeta dizîna sedan hezar dolarên Amerîkî hatine desteser kirin.