Partîya Karkerên Kurdistanê îro di daxuyanîyekê de eşkere kir li dema dû rojên rabûrî 7 esker li Bakur û Başûrê wilat hatine ceza kirin, hem wext dû Gerîla canê xwe ji dest dane.
Îro roja sêşemî 22/9/2020an, HPG ê di daxuyanîyeke nivîskî de eşkere kir, di encama êrîşên Gerîlayan de li her yêk ji navçeya Heftenînê li Başûrê Kurdistanê û sînorê Sêrtê a Bakurê Kurdistanê, 7 eskerên Tirk hatine ceza kirin û erebeyeke leşkirî hat îmha kirin.
Dest nîşan kir, ev çalakiyên Gerîlayan li Heftenînê û her wiha li Dihê a navçeya Sêrtê pêkhatine, Gerîlayên wan jî li 14 îlonê li Geverê di êrîşeke hewayî de canê xwe ji dest dane.
Her yêk ji arteşa Tirk û HPG e berdewam amarên zirarên canî ên hev parve dikin, lê belê ev amar ji pal ti aliyên din ve nayên pişt rast kirin, lewma dibe ev yêk beşekî wê cenga medyayê be ku ew li dijî hev didin meşandin.