Li Şirnexê 4 Gerîla ketin ber êrîşan

Li Şirnexê 4 Gerîla ketin ber êrîşan

Partîya Karkerên Kurdistanê îro 4 Gerîlayên xwe li Bakurê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku li sînorê Şirnexê ketine ber êrîşên arteşa Tirkiyê.

Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemyê 23/9/2020an, arteşa Tirkiyê û cendirmeyan li sînorê Beytuşebaba navçeya Şirnexê êrîş pêkanîn û di encamê de, 4 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.

Li vê derbarê de, wezareta karên navxwe a Tirkiyê eşkere kir, li dema dû rojên rabûrî 8 Gerîla li wê navçeyê hatine hedef kirin.

HPG ê balê leşkirî yê PKK ê tu agahî li derbara ji destdayîna Gerîlayên xwe ne dane, lê belê li dû rojên rabûrî eşkere kirbû wan 7 esker li Heftenînê û Bakurê Kurdistanê ceza kirine.

Pustên heman beş