Îranê di 6 mehan de 34 Kurd bidarvekirine

Îranê di 6 mehan de 34 Kurd bidarvekirine

Di şeş mehên destpêkê ên sala Kurdî de, herî kêm rejîma Îslamî a Îranê, 34 ciwanên Kurd bidarvekirine, çar jê zîndaniyên siyasî bûne.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan eşkere kir, di 6 mehên destpêkê ên sala Kurdî de 2720an, ango ji 21 adar heya 21 îlonê, rejîma Îslamî a Îranê, cezayê bidarvekirinê li ser 34 ciwanên Kurd li zîndanên Rojhilata Kurdistanê û Îranê bi cî kirîye.

Dest nîşan kir, di nava wan zîndanîyan de, her yêk ji Mistefa Selîmî, Hîdayet EbdullaPûr, Diyako Resûlzade û Sabir Şêx Ebdulla, zîndaniyên siyasî bûne.

Her wiha dû kesên din bi navê Emîr MihemedPûr ku xelkê Bokanê ye û Şayan Se’îdPûr xelkê Seqizê her çend ku li d dema encamdana cînayetê de temena wan li jêr 18 saliyê de bû, lê belê Îranê ew bidarvekirin.

Ji sercema kesên ku di 6 mehên rabûrî da hatne bidarvekirin, 4 bi tuhmetên siyasî, 2 bazirganî kirin bi maddeyên hişber û 28 kes bi cînayetên kuştina bi enqest hatine bidarvekirin.

Pustên heman beş