Pîlaneke PKK ê li devera Doskîyan rastî şikestinê hat, piştî ku dezgehên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ev pîlan îfşa kirî.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê îro roja pêncişemî 24/9/2020an eşkere kir ku pîlaneke PKK ê li devera Dosîya rastî şikestinê hat, piştî ku dezgehên ewlehiyê ev pîlan îfşa krî ku têde PKK ê dixwest bi bikaranîna ((RPG)) yan alozîyan dirust biken.
Partîya karkerên kurdistanê “PKK e” li Başûrê Kurdistanê berdewame li dirustkirina alozîyan û xeter xistinê li ser jiyana welatiyên sivîl, di nûtirîn karê xwe de ku PKK e bi (çalakiyên berxwedanê) bi nav dike du ((RPG)) li ser cadeyeke giştî ya nêzî gundê Seyîdava li nahiya Sersinkê danîbûn, ew RPG bi wayeran hatbûn girêdan û PKK ê dixwest çalakîyekê encam bide.
Herçend ku PKK e îdî’a dike ev çalakî li dijî leşkerên Tirkiyê di nava Başûr de tên encam dan, lê belê ev kar xetereyê têxin ser kesên sivîl û heya niha bi vê rêyê PKK ê çendîn caran zirar bi gelê sivîl gihandîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir ku ev pîlana PKK ê li saet 4:30 ji bal saziyên ewlehiyê li Başûrê welat hatîye îfşakirin û piştre hatîye pûçel kirin.