Li Colemêrgê a Bakurê Kurdistanê şer li nêvbera Gerîlayên PKK ê û arteşa Tirkiyê de derket, 2 Gerîlayan canê xwe ji dest da, li Stanbolê jî 7 endamên PKK ê hatin binçav kirin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 26/9/2020an, arteşa Tirkiyê û cendirmeyan operasyon li dorbera parêzgehiya Colemêrgê a Bakurê Kurdistanê pêkanîn û di encamê de, 2 Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Li aliyê din li Stanbolê, di çarçûveya pêvajoyên li pey çûna endamên PKK ê ku serdozgerîya giştî a Tirkiyê di meşîne, hejmareke endamên PKK ê hatin binçav kirin.
Di vê derbarê de, wezareta karên navxwe a Tirkiyê eşkere kir, 7 endamên girêday PKK ê li hejmareke nav û nîşanên Stanbolê hatine binçav kirin û lêgerîn li hinekên din didome.