Amnesty ji Tirkiyê xwest lekolîneke serbixwe destpêbike

Amnesty ji Tirkiyê xwest lekolîneke serbixwe destpêbike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir lekolîneke serbixwe di meseleya avêtina dû hemwilatiyên Kurd ji balefirê bike.

Di nameyekê de ku Rêxistina Lêborîna navdewletî arastey dewleta Tirkiyê kirîye, daxwaz kir ku lekolîneke serbixwe û lezgîn li ser meseleya avêtina leşkiran ji bo dû hemwilatiyên Kurd li bajarê Wanê ji balefirê bike.

Amnesty di wê nameya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyê dike derbarê îşkencekirina herdû hemwilatiyên Kurd li ser destê leşkeran, lêkolîneke serbixwe pêk bîne.

Li roja 11 îlonê, arteşa Tirkiyê operasyonek li dijî PKK ê li dorbera Wanê pêkanî bû, di encamê de dû hemwilatiyên Kurd bi navê Osman Şabanî ku temena wî 50 salî ye û her wiha Servet Torgotîyê 55 sal hatine binçav kirin.

Paş derbasbûna dû rojan tu agahîyek ji çarenivîsa wan nehat bihîstin, lê belê piştre eşkere bû ku ew li beşa çavdêrîya hûra nexweşxaneyeka Wanê hatine razandin.

Wan bi malbatên xwe gotine ku eskeran ew di balefira kopter de avêtine, rapora tendirustiyê jî tesbît kir ku ew herdû hemmwilatî rastî îşkencê hatine, lê belê parêzgerîya Wanê di daxuyanîyeke nivîskî de îdî’a kir ku li dema binçav kirinê, ew di zinareke bilind de ketine.

Pustên heman beş