Di êrîşeka hewayî a dewleta Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê ku li djî PKK ê hatîye encam dayîn, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.
Wezareta parastina netewey a Tirkiyê îro roja şemî 26/9/2020an, di beyaneke nivîskî de eşkere kir, balefirên ceng sitargehên PKK ê li çiyayê metînî hedef kirin û di encamê de, 3 Gerîlayên PKK ê ketin ber êrîşan.
Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê duh roja înî li danê spêdê û êvarê êrîşên hewayî li Başûrê Kurdistanê pêkanîn û nuqteyên PKK ê li devera Berê Gare û Berwarî Bala hedef kirin.
HPG ê balê leşkirî yê PKK ê tu agahî li derbara ji dest dayîna Gerîlayên xwe ne dane.
Dewleta Tirkiyê li naverasta meha xizîrana îsalê, mezintirîn êrîşa ser Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê destpêkir, ji wê demê ve, PKK ê hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gund û dorbera bajarokan ji bo ku ji êrîşan parastî bin, gelê navçeyê jî ji vê hengava PKK ê dilgirane û ew dixwazin PKK e ji navçeyên wan dûr be ji bo ku gundên wan nebin meydan şer.