Di teqînekê de ku îro li Raco a navçeya Efrînê li Rojava Kurdistanê çêbûye, dû hemwilatî birîndar ketin ku jin û mêrin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 26/9/2020an teqînek li gundê Qêsmê yê ser bi navçeya Raco a Efrînê ve çêbû, teqîn bi rêya bombeyeke çandî hate encam dayîn û dû hemwilatî têde birîndar ketine ku jin û mêrin.
Herdû kesên ku di teqînê de birîndar bûne bi navê Îsma’îl Qoşo û hevjîna wî Emîne di tiraktorê de bûn û ew ber bi zevîya xwe diçûn wexta ku teqîn çêbûyî.
Agahî xweya dikin ku rewşa jinê xerabe, her wiha ji ber giranîya birînê dibe lingê Îsma’îl were jêkirin.
Hem wexta evê teqînê her li herêma Efrînê di navbera dû rojên rabûrî de, 8 hemwilatiyên sivîl ji pal çeteyên girêday Tirkiyê ve hatine revandin.