Hejmara qurbaniyên teqîna duh a Serê Kaniyê zêdebûn û çavkaniyên xwecihî eşkere kirin ku zarok û sivîl hatine hedef kirin.
Duh êvarê otombîleke bombekrî li Rojhilata bajarê Serê Kaniyê li ser rêya Til Temrê li Rojava Kurdistanê teqya. Di encamê de 7 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarok jî heye, hejmarek kes jî birîndar bûn.
Berî 2 rojan jî li bajarokê til Helefê ê ser bi serê Kaniyê ve 2 teqîn çêbûn û hejmarek kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Li herêmên Rojavayê Kurdistanê ên ji aliyê artêşa Tirkiyê û giropên çekdar ve hatine dagîr kirin, her car teqîn çêdibin û wilatyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.
Piranîya caran, Partîya Karkerên Kurdistanê û balên wê ên li Rojava Kurdistanê bi teqînan tên sûçbar kirin, lê belê wexta ku gelê sivîl dibe armanc, PKK e bepirsyarîya teqînan nahilde stoyî xwe.