Li Hekariyê dirbekê giran bi PKK ê ket

Li devera Hekariyê dirbekê giran bi PKK ê ket

Li devera Hekariyê a Bakurê Kurdistanê, îro dirbekê giran bi PKK ê ketîye wexta ku 8 Gerîlayên xwe di şerekî de li gel dewleta Tirkiyê de ji dest day.

Li gor daxuyanîyek nivîskî a wezareta navxwe a Tirkiyê, ji encama şer û pevçûnên li sa’etên rabûrî li sînorê devera Hekariyê û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê li nêvbera arteşa Tirkiyê û Gerîlayên PKK ê de qewimî, 8 Gerîla canê xwe ji dest daye.

Dest nîşan kir, 3 Gerîla li devera Hekariyê û 5 li dorbera Şirnexê ketine ber êrîşan.

Hêzên Parastina gel HPG ê tu agahî li derbara şerê Bakur û ji dest dayîna wan 8 Gerîlayan nedane.

Arteşa Tirkiyê her li navbera çend rojekan amarên zirarên Gerîlayan parve dike, hemweht ajansên PKK ê nûçeyên ceza kirina eskerên Tirk, lê belê ev agahî ji bal ti aliyên din nayên pişt rast kirin, lewma dibe ev beşek be ji wê cenga ragihandinê ku herdû alî li dijî hev di din meşandin.

Pustên heman beş