Karwanê otumbêlên Hevpeymanan tê hedef kirin

Karwanê otumbêlên Hevpeymanan tê hedef kirin

Karwanekê otumbêlên Hevepeymanêtîya Navdewletî îro li Başûrê Îraqê ket ber êrîşeke bombeyî, zirar tunene.

Li gor daxuyanîya Şaneya Ragihandina cengê a girêday arteşa Îraqê, îro roja yekşemî 27/9/2020an, karwanekê otumbêlên Hevepeymanêtîya Navdewletî ya bi serkêşîya Amerîkayê li dorbera parêzgehîya Zîqarê ket ber êrîşê.

Dest nîşa kir, bombeyeka veday bi karwanê otumbêlên Hevpeymanan de teqîya û zirar û bi otumbêlekê ketine, lê belê zirarên canî tunene.

Karwanê otumbêlan alîkaryên locistîk vedguhastin û di rê de ketîye ber êrîşan û heya niha tu alîyek berpirsiyarî nehildaye stoyê xwe.

Pustên heman beş