Partîya Karkerên Kurdistanê îro 7 ciwanên din yên Kurd li navçeya Heftenînê a Başûrê Kurdistanê bi kuştin dan, ev yêk paş çend sa’etan ji karesata devera Hekariyê tê.
Li gor daxuyanîyeke nivîskî a wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê, îro roja yekşemî 27/9/2020an, balefirên bê pîlot ên Tirkiyê êrîşî liv û tegerên Gerîlayên PKK ê li navçeya Heftenînê kir.
Di encama êrîşan de, 7 Gerîla ketine ber mûşeka û her hemûyan canê xwe ji dest da.
Hêzên Parastina gel weke her car tu agahî li derbara vê êrîşê û ji dest dayîna Gerîlayan ne dane.
Di 24 sa’etên rabûrî de, li devera Hekariyê jî PKK e rastî şkestineke mezin hat, wexta ku 8 Gerîla li wê deverê û her wiha li dorbera Şirnexê ji dest dayn.