Bi sedema PKK ê gundê Bazê tê bordoman kirin

Bi sedema PKK ê gundê Bazê tê bordoman kirin

Bi sedema PKK ê, bordoman kirina gundên Başûrê Kurdistanê berdewame û îro balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, hejmareke mûşekan li gundên Kanî Masê dane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja dûşemî 28/9/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketa Gerîlayên PKK ê de, aqarê gundê Bazê ê girêday navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordoman kir.

Dest nîşan kir, balefiran li sa’et 9:35 xulekê sbê, 3 mûşek li nêzî devera Gelî a li aqarê gundê Bazê dane û zirar bi aqarê gund gihandine.

Her çend ku zirarên PKK ê nehatine zanîn, lê belê bi sedema ketina mûşekan agir bi aqarê gund ketîye û tirs li cem şênîyan çêbûye.

Partîya Karkerên Kurdistanê herku diçe liv û tevgerên Gerîlayên xwe nêzî gund û bajarokan dike ji bo ku ev gund werin vala kirin û bibin meydana şer.

Pustên heman beş