Partîya Karkerên Kurdistanê, dest ji pîlanên xwe bo ji nav birina pêvajoya aşitiyê li Rojava Kurdistanê bernade, razî nabe Rojava bi cî bihêle, ji ber ku ew Rojava weke meseleya man û nemanê ji bo rêxistina xwe dibîne, lê belê mana wê tenê ji bo yek amancê ye, ew jî behaneyan bide destê Tirkiyê ku syyasetên xwe ên qirkirinê li dijî gelê Kurd bidomîne.
Paş destpêkirina gotubêjên aşitiyê li nêvbera partiyên Rojava Kurdistanê, Partîya Yekêtîya Demokratîk PYD ê û Encûmena Niştîmanîya Kurdî ENKS e ku Amerîka û Başûrê Kurdistanê serperiştîya vê pêvajoyê dikin, li ser PYD ê hate feriz kirin ku PKK ê li Rojava bê bandor bike, piştre bi yêk carî ji Rojava were derxistin, lê belê PKK e bi tu awa razî nabe Rojava bi cî bihêle û ew dibêje: Ez û piştî min bila tofan rabe.
Ceneral Mezlûm Ebdî ji bo ku pêvajoya aşitiyê serbikeve û ronahiyê bibîne, li jêr zexta Amerîkayê hengavên pir baş li dijî PKK ê li rojava avêtin û di yekem hengav de, Sebrî Ok rêvebirê îstixbarata PKK ê li Rojava derxist û naçar kir vegere Qendîlê, li gel lihevhatina li gel şirketên Amerîkî ên petrolê û civînên li gel ENKS ê, evan hengavan rêveberîya Qendîlê dilgiran kir û her ev bû sedem ku PKK ê pîlanên xwe ên li dijî Mazlûm û jinavbirina Rojava bihêztir bike.
Li dema birêveçûna nîqaşên partiyên Rojava, bi fermana Cemîl Bayîk hejmareke êrîşan li Rojava hatin pêkanîn, weke êrîşa li ser baregeha PDK-S ê, ya rast PKK ê Mazlûm bi karkirina li gel Amerîkayê li dijî PKK ê sûçbar kir.
Li vê derbarê de nvîskar û rojnamevan Hoşeng Osê dibêje: ji ber ku Kurdên Rojava demara sereke a jiyanê ji bo rêxistina PKK ê her ji salên heştêyan tê hesab kirin, lewma PKK e bi cî hiştina Rojava weke man û nemana rêxistnê li vê meselê dinêre, lê belê PKK e her li jêr siloganên netewî xwe li Rojava vedşêre, heger ne ya rast PKK e tenê ji bo yêk mebestê li Rojavayê Kurdistanê cî digre, ew jî dana behaneyan ji bo dewleta Tirkiyê ku dagîrkerî û siyaseta xwe li dijî gelê Kurd bidomîne.
Îsrara PKK ê ya manê li Rojhilata Firatê vê behaneyê dide destê Tirkiyê ku dagîrkerî bidome, bi gotineke din dubar û sê barekirina sînaryoa Efrînê û wan hemû bajar û bajarokên bi sedema siyaseta şaş a PKK ê ketine jêr kontirola Tirkiyê.
Hoşeng Osê behsa Hêzên Sûryaya demokratîk HSD ê jî dike û dibêje: Xwe HSD e jî niha dixwaze PKK e bi bê dengî û bê şer Rojava bi cî bihêle, lê belê wa diyare ku PKK e wê gelê Rojava naçar bike ku çekan li dijî wê helgire.
Hoşeng Osê dibêje rewş niha bi vî awayî ye, her yêk ji Waşinton, HSD e û lêvegera Kurd li Rojava ji PKK ê dixwazin Rojava bi cî bihêle ji ber ku rola wê li wir nemaye, lê belê di bersivê de PKK ê bi wan gotîye ku ez û piştî min bila tofan rabe.