Koma Civakên Kurdistanê KCK e, helwesta xwe li derbara wan pêvajoyên bin çav kirinê ragihand ku li rojên rabûrî dewleta Tirkiyê li dijî rêberên Partîya Demokratîk a gelan HDP ê daye meşandin, KCK ê beyaneke nivîskî li ser vê meselê derxistîye û têde eşkere ji dewleta Tirkiyê xwastiye HDP ê jinavbibe.
Dewleta Tirkiyê her ji avabûna Partîya Demokratîk a Gelan HDP ê li sala 2012an û heya roja me ya îro, vê partiyê bi karkirinê li jêr çavdêrîya Qendîlê sûçbar dike, belku bêhtir her li navbera çend mehan pêvajoyên bin çav kirinê li dijî kadiroyên vê partiyê îlan dike û bi sûça PKK ê bi dehan parilmenter û kadiroyên HDP ê xistine nava zîndan û li berahîya wan Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yûksek ên hevserokên HDP ê.
Her çend ku HDP e di dema çend salên rabûrî ên xebata xwe de li Tirkiyê hewil dide weke partîyeke Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tev bigere û red dike ku pêwendîya wê bi PKK ê û Qendîlê ve hebe, lê belê herku diçe PKK e û rêvebrîya Qendîlê tê û ji bo Tirkiyê îsbat dike ku HDP e baskekî wê li Bakurê Kurdistanê, ya rast KCK e bi van daxuyanîyan behaneyan dide destê Tirkiyê ku pêtir li pey rêber û kadiroyên HDP ê bigere û wan bin çav bike.
Dewleta Tirkiyê bi sûça PKK ê û pirobagindayê ji bo vê rêxistnê, li sala 2016an Selahetîn Demîrtaş xiste nava zîndanê, piştre û paş hilbijartinan, hemû şaredariyên ku di dest HDP ê de ji kar ladan û li şûna wan qeyûmên AKP ê wezîfedar kirin, li parlemena Tirkiyê parêzbendî ji parlementerên HDPê stand, anku AKP ê HDP e li her derê bê bandor kir.
Li dema hilbijartinên Tirkiyê li sala 2015ê HDPê karî bo yekem car delîveya beşdariyê di hukimdarîya Tirkiyê da bke, ya rast ev yek derfet bû ji bo kurdên bakurê kurdistanê ku bibin xwedî desthilat di dewelta Tirkiyê de, li wê demê Demîrtaş û şanda HDPê serdana başûrê kurdistanê kir û li gel serokê herêma başûr Mes’ûd Barzanî li wê demê civîyan, piştre wan serdana Qendîlê kir.
Demîrtaş û HDPê li wê demê neçar man fermana Qendîlê bicî bikin û biryar girtin ku tevlî hikûmeta Tirkiyê nebin, weke tolhildanek Tirkiyê û partîya desthilatdar AKP ê biryara girt ku hilbijartin werin dubare kirin, piştre Demîrtaş, parlementer û qadroyên HDPê xistine nava zîndanan de, bi gotneke din PKKê berê Demîrtaş da zîndanê.
Li rojên derbasbûyî jî wexta ku Tirkiyê pêvajoya binçavkirina qadroyên HDPê destpêkirî, KCK ê careke din bi daxuyaniyeke nivîskî AKP rexne kir, ya rast KCK ê yek amanc û mebest ji vê daxuyaniyê heye, ew jî eve ku bibêje Tirkiyê HDP e baskê PKKê ye li bakurê kurdistanê û Tirkiyê, Tirkiye jî bi vê yekê wê şerîyetê ji bo pêvajoyên xwe yên bin çav kirina qadroyên HDPê ava bke.