Veqetiyana ciwanên Kurd ji nava rêxistina PKK ê dewam dike, îro 5 Gerîla veqetiyan û li Şirenxê a Bakurê Kurdistanê xwe teslîm kirin.
Li gor ajansa Anadolê a Tirkiyê, îro roja dûşemî 28/9/2020an, 5 ciwanên Kurd rêzên rêxistina PKK ê bi cî hiştine û li parêzgehîya Şirnexê a Bakurê Kurdistanê xwe teslîm kirine.
Dest nîşan kir, ev 5 ciwan ji navçeyên sînor ên Başûrê Kurdistanê hatine.
Li vê dawiyê pêtir ji 100 ciwanên Kurd li Başûr, Bakur û Rojava Kurdistanê rêzên PKK ê bi cî hiştine û xwe teslîm kirine, dewleta Tirkiyê dibêje ew bi rêya îqna’ kirinê veqetiyane.
Tê zanîn veqetiyan ji nav rêzên PKK ê bi cînayeteke herî mezin û îxanet tê hesab kirin, PKK e jî kuştinê weke ceza layiq ji bo vê cînayetê dibîne.