Rûniştineke din ji boy dadgehkirina Fîgen Yuksekdag ya hevseroka berê ya partîya demokratîk ya gelan îro birêve çû, parêzeran daxwaz kir, Yuksekdag serbest were azad kirin.
Îro roja sêşemî 29/9/2020an, li bajarê Enqerê û li dadgeha 16mîn ya cezayên gran, rûniştineke din ji boy dadgeh kirina Fîgen Yuksekdag ya hevseroka berê ya HDP ê bi rêve çû.
Bi sedema rêkarên vîrosa Kovîd, Yoksek nikarî beşdarî rûniştna dadgeh kirina xwe bibe û bi rêya vîdyo konferensê ew tevlî dadgehê bû.
Parêzerên hevseroka berê ya HDP ê ji dadgehê xwest Fîgen Yuksekdag serbest were azad kirin.
Heyeta dadgehê biryar girt ku li rûniştna bihêt îfadeyên Yuksek ê yên berevaniyê ji xwe werin wergirtin.
Tê zanîn Fîgen Yuksek li gel Selaheddîn Demîrtaş bi sûça endametî û pirobagindeya ji boy Partîya Karkerên Kurdistanê hatine desteser kirin û heya niha melefa wan bi dawî nebûye.