Skip to content
Ji PKK ê exlaq dibare!
Dibe di nava Partîyên Kurdistanê de, Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK” take partî be ku ew qas bas li perwerdê û avakirina şexisyeta takê kurd bike, PKK e ewqas di vê yekê de piropagindayê dike ku kesek ne şehreza be wê wisa bifikire ku PKK ê zanîngehên taybet ji bo fêrkirina exlaq vekirîne û têde perwerde ya exlaq dide alîgirên xwe, lê belê gelo kîjan exlaq û kîjan perwerde!
Li cem PKK ê exlaq bi tenê di apocîtiyê û bi derewa bi nav “Biratiya Gelan de” bi dawî dibe, ji dervey van duyan ti tiştek din exlaq nîne, ne Ol exalqe, ne kurdatî exlaqe, ne rêzgirtin ji ala Kurdistanê û Netewî bûn û rêzgirtin ji serkirdeyên kurd û merovên mezin exlaqe.
PKK e bi awayek rêxsitî kar li ser vê yekê dike, ew alîgirên xwe bi giştî û bi taybetî alîgrên xwe yên li Ewropayê û Başûrê Kurdistanê wisa perwerde dike ku ti tiştek di vê dinê de li cem wan pîroz û bi rûmet nebe, Ocelan bi tenê nebe, daku bibî kurdek zana, rewşenbîr, wilatparêz û bi rûmet li cem PKK ê pêwîst dike heya asta peristinê bi Apo bi bawer bî û weke çewa Mosilman rêzê li Mihemed pêxember digirin û bawerî pê heye, çewa kiristîyan rêzê li ‘Îsa pêxember digirin û bawerî pê heye… Pêwîste alîgirên PKK ê jî bi wî ast û bawerê rêzê li Ocelan bigire û pê bawer be, lê belê nabe rêzê li tu yek ji serkirde û rewşenbîr û mezinên din ên kurdan bigirî, her ku te yek ji wan li cîyekê dît qamîreya xwe derxe û bê rûmetiyê pê bike û dîmenên vî karê xwe yê qirêj bigre daku li sosyal medyayê de parve bikî û PKK e te weke merovek bi hêz, xwedî îrade û wilatparêz nîşan bide.
Baştirîn belge li ser vê axaftina me dibe ev video ye be, di vê video yê de bi başî diyar dibe asta perwerda exlaqî ya alîgirên PKK ê çi qase, herçend ev video mînakeke ji hezaran mînakên din ên bi vî awa lê belê weke me gotî bi başî têde diyar dibe ku PKK e alîgrên xwe bi tu awa perwerde dike.
Di vê video yê de alîgirekî PKK ê li Ewropayê bêrêziyek bê wêne li birêz “Kerîm Silêman” Endamê Civata Rohanî ya Êzdîyan dike bi tenê ji ber vê yekê ku Kerîm Silêman dibêje: “netewa min kurde, ola min Êzdî”, lê ev alîgirê PKK ê ku bi qamîreya xwe dîmen kişandîne bi awayek herî neciwan bê ku rê bi wî bide biaxve êrîşî wî dike û rê nade bersivê bide.
Tê zanîn ku pêş niha jî hinek ji alîgrên PKK ê di nava parlamentoya Ewropayê li dijî pêşmergeyên Kurdistanê çalakî encam dabûn û ew bi kesên xerab û tersonek bi nav kiribûn, her weha di dema seredana heyetên hikûmî yên ser bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo Ewropayê jî dîmenên bi vî awa yên ku têde alîgirên PKK ê bêrêziyê û axaftinên kêm dibêjin dubare dibin.