Serwet Turgut, hemwilatiyê ku li rojên rabûrî arteşa Tirkiyê di balefirê de avêtî, îro serê sibê canê xwe ji dest da.
Serwet Turgut, hemwilatiyê bajarê Şirnexê ê Bakurê Kurdistanê îro roja çarşemî 30/9/2020an canê xwe ji dest da, paş ku nojdaran nikarî xwînberbûna wî çareser bikin.
Serwet Turgut li naverasta vê mehê di operasyoneke arteşa Tirkiyê de, li dorbera bajarê Elkê ê girêday Şirnexê li gel hemwilatîyekî din bi navê Osman Şîban hatbû bin çav kirin, paş 3 rojan ji windabûnê, ew li nexweşexaneyeke Wanê hatbû dîtin.
Serwet bi malbata xwe gotibû ku arteşa Tirkiyê ew di balefirê de avêtîye, lê belê parêzgehîya Wanê dibêje li wexta bin çav kirinê, Serwet di zinareke bilind de ketîye.
Li vê derbarê de û li rojên bûrî Rêxistina Lêborîna Navdewletî, ji dewleta Tirkiyê xwest bû lekolîneka lezgîn û serbixwe li derbara bûyerê encam bidin.