Serokê başûrê Kurdistanê, îro li derbara êrîşa ser Hewlêrê daxuyanî da û got: “Ev êrîş bi destdirêjî li ser xelkê Herêma Kurdistanê tê hesab kirin”.
Nêçîrvan Barzanî îro roja pêncşemî 1/10/2020an, daxuyanî li derbara êrîşa şeva derbasbûyî a ser Hewlêrê da û ev jî tekista wê ye:
Li demjimêr 8:30 şeva derbasbûyî, girûpeke têkder 6 mûşek ji navçeyeka Bertlayê li sînorê parêzgeha Neynewayê, arastey bingeheka Hevpeymanan li Hewlêrê kir, xoşbextane ti zirarek nebû.
Li demekê ev êrîş bi destdirêjî li ser xelkê Herêma Kurdistanê û Hevpeymanan tê hesab kirin, li heman demê em bi bawerin ku pêwîste hemû hêzên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê, hêzên Pêşmerge û arteşa Îraqê û Heşda Şe’bî, hewlên xwe bikin yêk ji bo rêgirtinê li hemû karên têkder ên grûpên ajawegêr.
Pêwîste qurbaniyên Pêşmerge û hemû hêzên Îraqê û Hevpeymanan hander bin ji bo parastina ewlehî û seqamgîrîya hemû Îraqê û hemû balyozxane û nûneratiyên cîhanê li Îraqê, her wiha pêwîste bi baştirîn şêwe hewla seqamgîryê bidin ku di vê rewşa xerap a abûrî de ewa bi sedema vîrosa Koronayê bi ser xelkê wilatê me û cîhanê de hatîye.
Ewên ku van êrîşên têkder encam didin dujminên hemû Îraqê ne û pêwîste hemû hêzên Îraqî yekdest berhingarîya wan bibin û wan himberî yasayê bikin, em jî ji bo dirust kirina wê hemahengiyê li gel serok wezîrê Îraqê birêz Mistefa Kazimî amadene ji bo her hevkarî û piştgirîyekê û em pişt rastin ku ew li pênavê aramî û seqamgîriyê wê hemû hewlekê bide.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Başûrê Kurdistanê
1/10/2020