Arteşên Tirkiyê û Rûsiyê îro gerên çavdêriyê li sînorê bajarên Dirbasiyê û Amûdê ên Rojava Kurdistanê pêkanîn.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja pêncşemî 1/10/2020an eşkere kir, 8 erebeyên leşkirî ên arteşên Tirkiyê û Rûsiyê li gel balefirên kopter derketin gerên çavdêriyê li sînorê Dirbasiyê û Amûdê.
Dest nîşan kir ev ger ji deriyê Şrîk ê sînorê Dirbasiyê dest pê kirine û piştre li gundên Dlîk, Melik û Quneytere û Qirmaniyê ji aliyê rojava û gundên Kidîş û Enamiyê û Kirbtliyê ji aliyê başûr ve dewam kirine.
Hem wext ev ger li gundên Til Tîrî, Til Kerme û Emerzubaş û Xaskî û Xşîfiyê û Xankê û Cewheriyê li dorbera Amûdê hatine kirin.
Tê zanîn li 24 meha rabûrî jî gerên çavdêriyê ên arteşên Tirkiyê û Rûsiyê li sînorê Kobanê hatbûn encam dayîn.