Li Dêrsimê dest bi ser pêdawîstên jiyanê yên PKK ê hatin girtin

Li Dêrsimê dest bi ser pêdawîstên jiyanê yên PKK ê hatin girtin

Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê cendirmeyan dest bi ser gelek pêdawîstên jiyanê yên Gerîlayên PKK ê da girt.

Li ser vê yekê walîtiya Dêrsimê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Dêrsimê li çolwarê navçeya Pulumurê operasyon encam da û di vê operasyonê de dest bi ser hejmarek zêde ji pêdawîstiyên jiyana rojane a gerîlayên PKK ê da hate girtn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di operasyonê da li qadên hat tesbîtkirin ku PKK bi kar tîne da 700 kîlograma arvan, 100 kîlogram şekir, 150 kîlogram birinc, 200 kîlogram savar, 400 pakêt meqarne, 70 kîlogram çay, 150 kîlogram xwê, 50 kîlogram tûtin, 50 kîlogram penêr, 30 kîlogram ava bacanan, 25 kîlogram rûnê avî, 60 kîlogram nîsk, 25 kîlogram nok, 25 kîlogram fasûlî, 3 cot pêlavên mekap, 180 mêtro branda, 200 mêtro naylonên serayê, 200 mêtro kapikê çiyageran û 140 pîl hatin bidestxistin.

Pustên heman beş