Çekdarên Sultanî Efrîn talan kir

Çekdarên Sultanî Efrîn talan kir

Komên çekdarên girêday Tirkiyê li ser dizîna malê hemwilatiyên Kurd li Efrîna Rojava Kurdistanê berdewamin û îro kargeheke din talan kirin.

Çekdarê girûpa Sultan Murad a girêday Tirkiyê, îro roja pêncşemî 1/10/2020an bi ser kargeheke çêkirina cilkan de li herêma Efrînê girtin û kargeh bi tevahî talan kir.

Komên çekdarên amûrên drûnê û tev kincên ku di wê kargehê de bûn dizîn û ji bo ciyekê nediyar veguhastin.

Nerîngeha Sûrî ev bûyer dokyument kir û dest nîşan kir ku kargeha hatîye Selandin bi navê Mwatine û ev dizî bi roj û li pêş çavên şênîyan çêbûye.18:10:40

Pustên heman beş