Sînorên Çemankê û BerêGare hatin bordomankirin

Sînorên Çemankê û BerêGare hatin bordomankirin

Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser gundên Başûrê Kurdistanê bi sedma PKK ê dewamdikin, di 24 demjimêrên rabûrî de, gundên sînorê navçeyên Çemankê û Sersinkê ên girêdayî parêzgeha Dihokê hatine hedefkirin.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ji duh roja pêncşemî ve, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, liv û tevgerên Gerîlayan li aqarê gundên Gîzê û Meranê ên sînorê parêzgeha Dihokê hedefkirine.

Destnîşankir, êrîşa yekemîn li saet 5:45 êvara duh pêkhatîye, wexta ku balefiran nuqteyênPKK ê li çiyayê Bêsmitê ê hindava gundê Gîzê li navçeya Sersinkê bordomankirîn.

Hemwext li saet 5:50 êvarê, balefiran hereketa PKK ê li aqarê gundê Meranê ê girêdayî navçeya Çemankê hedefkirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkerekir, di êrîşan de balefirên Tirkiyê yekmûşek li çiyayê Bêsmitê û 3 mûşek li aqarêgundê Meranê dane.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo ku Gerîlayên xwe ji êrîşên balefirênTirkyê biparêze, hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gund û nêzî bajarokan, bi vê sedemê ev der bi berdewamî tên hedefkirin û zirar bi şêniyên gundan dikeve.

Pustên heman beş