Îranê 27 ciwanên Kurd desteser kirin

Îranê 27 ciwanên Kurd desteser kirin

Rejîma Îslamîya Îranê di dema meha rabûrî de, 27 ciwanên Kurd bi sedema çalakiyên siyasî û alîkarîya partiyên Kurdistanî ên Rojhilata wilat, desteser kirine.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan eşkere kir, di meha îlona îsalê de, rejîma Îslamî a Îranê 27 ciwanên Kurd bi cînayeta çalakiyên siyasî û hem wext alîkarîya partiyên Kurdistanî ên Rojhilata Kurdistanê, desteser kirine, 6 jê jnin.

Ji sercema kesên ku hatine desteser kirin, 21 bi cînayeta çalakiyên siyasî li gel partiyên Kurdistanî ên dijberên rejîmê û 2 kes bi cînayeta çalakiyên mezhebî hatine desteser kirin, hem wext 2 koleber û kasbkarên Kurd bê ku sûça wan diyar bibe, hatine desteser kirin.

Li gor rêxistina Hengawê 12 ciwanên ku hatine desteser kirin, ji parêzgeha Urmiyê bûn, her wiha 8 ji parêzgeha Sine, 6 ji Kirmanşan û herwiha ciwanek jî li loristanê hatîye desteser kirin.

Pustên heman beş