Hedef kirina Kolberan ji bal sipayê Pasdarên Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê kareke ti caran bi dawî nabe, li meha rabûrî 26 Kolber bûne qurbanî.
Li gor amareke rêxistina Hengaw a mafên mirovan, tenê di meha îlona rabûrî de, 26 Kolber li ser sînorên nêvbera Başûr û Rojhilata Kurdistanê de ji bal sipayê Pasdarên Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.
Dest nîşan kir, 80% ji haletên kuştin û birîndarbûnê yên meha rabûrî bi teqa raste rast ya sipayê Pasdaran bûne.
Rêxistina Hengawê dibêje di vê demê de, 6 Kolber hatine kuştin û 20 birîndar bûne, ji sercema wan 12 Kolber yên parêzgeha Urmiyê ne, her wiha Kolberek bi teqeya arteşa Tirkiyê canê xwe ji dest daye.