Rêveberîya Amerîkayê a li Sûryê, alîkarîyeke din ya alavên leşkirî ku bi qasî 400 milyon dolarane ji bo Hêzên Sûryaya Demokratîk HSD ê şandîye, dewleta Tirkiyê jî weke her car ji vê hengava Amerîkayê pir aciz bûye.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê, bernameya alîkarîya HSD ê daye dest pê kirin û di yêkem qûnax de, bi qasî 400 milyar dolaran amûr û alavên leşkirî ji bo şandine.
Bernameya ku wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo HSD ê daye dest pê kirin, wê heya serê sala nû dewam bike.
Çavkaniyên xwecihî eşkere kir, tevî alîkariyên leşkirî, Amerîkayê amûrên têsta vîrosa Koronayê jî teslîmî wan kirine.
Hikûmeta Tirkiyê li derbarê van alîkariyên Amerîkayê ji bo HSD ê careke din helwesta xwe tekez kir û dilgiranî ragihandîye.