Komên çekdarên girêday Tirkiyê ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê û heya roja me ya îro, 1.3 milyon darên zeytûnan birîne û şewtandîne.
Rêxistina mafên mirovan li Efrînê di raporekê de eşkere kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve û bi armanca têkbirina aborîya Kurdên Efrînê, dest bi têkdana jêrxaneya aborî, bazirganî, pîşesazî û çandiniyê ya herêma Efrînê kirine.
Diyar kir, ji adara 2018an û heta 30î tebaxa 2020an ve, bi behaneya avakirina xalên leşkirî, vekirina rêyan, avakirina komelgehên akincîbûnê, komên çekdaran pêtir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewtandine.
Li gor zanyariyên rêxistna mafên mirovan, li navçeya Bilbilê: 135 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên dî hatine birîn, li Raco 110 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên cuda, li Şerayê 105 hezar darên zeytûnê û 120 hezar darên dî hatine birîn, li demekê li navçeya Mabatayê 100 hezar darên zeytûnê û 150 hezar darên dî, herweha li Cindrêsê: 75 hezar darên zeytûnê û 60 hezar darên dî, li Şiyê 25 hezar darên zeytûnê û 55 hezar darên dî û li gundên derdora Efrînê û navçeya Şêrawa 80 hezar darên zeytûn û meyweyan û 115 hezar darên dî hatne birîn.
Herêma Efrînê, ji bo çandiniyê lêhatîye, piranya xelkê wê debara xwe bi çandiniyê dike, ji ber wê bi milyonan darên zeytûn, sêv, hinar, tirî û cureyên cuda yên meyweyan lê hene, ji bilî wê jî gelek daristanên hiracî lê hene.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, ji dema dagîrkirina wê ve, ji blî ku komên çekdaran destên xwe danîne ser bi milyonan dar û zeviyên xelkê, bi sedan hezar darên zeytûnan dibrin û difroşin.