Partîya Karkerên Kurdistanê îro 3 Gerîlayên xwe li Bakurê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku li dorbera Agiriyê ketin ber êrîşeka hewayî.
Li gorî agahiyên destê me, îro roja yekşemî 4/10/2020an, arteşa Tirkiyê û cendirmeyan operasyona Yildirim 3 li dijî PKK ê li dorbera bajarokê Bayezîdê ê girêday parêzgehîya Agiriyê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Di encamê de, 3 Gerîlayên PKK ê hatine hedef kirin û wan canê xwe ji dest da.
Li vê derbarê de wezareta karên navxwe a Tirkiyê dest nîşan kir ku ev Gerîla bi êrîşeka hewayî hatine hedef kirin.
Dewleta Tirkiyê ev dibe nêzî mehekê operasyona bi navê Yildirim li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK ê daye dest pê kirin, heya niha 11 qûnaxên vê operasyonê hatine kirin û herî kêm 50 Gerîlayên PKK ê têde canê xwe ji dest dane.