Hêzên cendirmeyan îro bi dehan koçberên bê destûr li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê desteser kirin, ev koçber di mînî pasekê de bûn û hinek jê bi sedema nemana oksicînê fetisîbûn.
Li gor agahiyê destê me, îro roja yekşemî cendirmeyan mînî pasek li dorbera bajarê Wanê ê Bakurê Kurdistanê desteser kir ku 72 koçberên bê destûr têde bûn.
Ev koçber 2 jê Îraqî, 33 Efxanî, 37 Pakistanî bûn, hem wext ji sercema wan 2 koçberan canê xwe ji dest dabû ji ber ku oksicîn di mînî pasê de nemabû û ew fetisî bûn.
Hem wexta bin çav kirina wan koçberên bê destûr, 3 kes bi cînayeta qaçaxçêtiyê û bazirganî kirin bi mirovan hatine desteser kirin.