Waliyê Qersê Turker Oksuz piştî ku ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê li şaredariya wî bajarê bakurê kurdistanê weke qeyûm hat danîn, encûmena şaredariyê ku ji endamên 5 partîyan pêk dihat betal kir û hesabê medyaya civakî ya kurdî ya şaredariyê jê bir.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen piştî ku di çarçoveya “lêpirsîna Kobanî” de hat girtin, waliyê Qersê Turker Oksuz li şûna wî weke qeyûm hat danîn.
Turker Oksuz weke karê xwe yê destpêkê encûmena şaredariya Qersê ya ji 25 kesan pêk dihat hilweşand. Encûmena şaredariyê ji 10 endamên HDP, 5 CHP, 4 MHP, 3 AK partiyê, 2 DSP û yên din jî, ji endamên serbixwe pêk dihat.
Oksuz destpêkî xebatên hevşaredarên HDP ji twitterê şaredariyê reş kirin û piştre jî hesabê medyaya civakî ya kurdî bi temamî jê bir.