Arteşa Tirkiyê û girûpên wê Efrîn bordoman kir

Arteşa Tirkiyê û girûpên wê Efrîn bordoman kir

Arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, êrîşa gundên dorbera herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê û bakurê Helebê kir û ew der top baran kir.

Li gor agahiyên destê me, li şeva derbasbûyî, arteşa Tirkiyê û girûpên komên çekdarên girêday wê, dest avêtin êrîşa bi topan li ser gundên dorbera Efrînê a Rojava Kurdistanê û hem wext gundên bakurê Helebê ku li jêr kontirolê Yekîneyên Parastina Gel YPG ê de ne.

Ji herêma Efrînê ve, gundên Kilûtê, Mezin, Başemrê û  Bircqasê yên navçeya Şêrawa ketin ber êrîşa gule topan û ev gund  li jêr kontirola YPG ê de ne.

Ji aliyekî din ve nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, arteşa Tirkiyê û girûpên çekdar, gundên Til Medîq û Sed Şehbayê ên li bakurê Helebê û di destê YPG ê de ne topbaran kir.

Dema arteşa Tirkiyê û girûpên çekdarên ser bi wê ve herêma Efrînê dagîr kirin, 12 gundên navçeya Şêrawa di destê YPG ê de man, ji wê demê ve jî, her car ew gund ji aliyê artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ve tên topbaran kirin û wilatyên sivîl dibin qurbanî.

Pustên heman beş