Di êrîşa şeva derbasbûyî de ku arteşa Tirkiyê li ser gundên dorbera Efrînê pêkanîye, 3 Şervanên YPG ê canê xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên destê me, piştî ku li şeva derbasbûyî arteşa Tirkiyê û girûpên girêday wê, hejmareke gundên dorbera Efrînê top baran kirîn, 3 Şervanên YPG ê di êrîşan de canê xwe ji dest dane.
Her çend ku fermandarêtîya Yekîneyên Parastina Gel ti amaje bi ji dest dayîna Şervanên xwe nekir, lê belê wezareta bergiriyê a Tirkiyê îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku 3 Şervan hatine hedef kirin.
Wezareta bergiriyê dest nîşan kir, wan Şervanan êrîşî nuqteyên Tirkiyê li deverên Çeqê Zeytûnê kirbû.