Sazîya îstixbarata Îranê, mamosteyekê ayînî yê Kurd li bajarê Pîranşarê ê Rojhilata Kurdistanê desteser kir û ji bo cihekê nediyar birîye.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, ji duh roja yekşemî navendên ewlehiyê ên rejîma Îslamî a Îranê, mamostayê ayînî yê bi navê Resûl Hemzepûr li bajarê Pîranşarê desteser kirîye û çarenivîsa wî nediyare.
Resûl Hemzepûr xelkê gundê Xirapeye û Pêşnivêje, Şêniyên gundî eşkere kirine ku hêzên Îtêla’ata Îranê ew li ser rêya gund desteser kirine û piştre bi ser mala wî de girtine û mala wî pişkinîn kirîye.
Li gor rêxistina Hengawê, sûça desteser kirina vî mamosteyê ayînê diyar nîne û heya îro tu agahî ji çarenivîsa wî nehatine zanîn.