Bi sedema PKK ê gundê Bêşîlê hat bordoman kirin

Bi sedema PKK ê gundê Bêşîlê hat bordoman kirin

Êrîşa dewleta Tirkiyê ya li ser gundên Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê berdewame û îro gundekê sînorê parêzgeha Dihokê ket ber mûşekên balefiran.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 6/10/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, xalên PKK ê li aqarê gundê Bêşîlê yê girêday navçeya Kanî Masê li devera Berwarî bala bordoman kir.

Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 11:20 berî nîvroja îro, dû mûşek li geliyê Dêra yê aqarê gundê Bêşîlê dane.

Her çend ziyanên PKK ê nehatine zanîn, lê belê li gor dîmenên bordomanê ku ji bo pêgeha me hatine hinartin, domaneke pir li cihê ketina mûşeka beriz bûye.

Partîya Karkerên Kurdistanê  û paş destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ku li naverasta meha xizîrana îsalê bû, liv û tevgerên Gerîlayên xwe nêzî gund û bajarokan dike, ev jî pîlaneke ji bo ku ev gund û navçe bibne meydana şer û ji welatîyan werin vala kirin.

Xelkê gundên Başûrê Kurdistanê, ji PKK ê dilgiranin û ew dixwazin Gerîla nêzî gundên wan nebin daku nekevne ber êrîşan.

Pustên heman beş