Partîya Karkerên Kurdistanê, danana bombên bi dest çêkrî li ser rêya xelkê sivîl, kirîye awayekê nû yê terzê wê berxwedana bi nav li dijî arteşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kiri, li dema meha rabûrî hêzên ewlehiyê karîne li pitirî cihekî bombên bi dest çêkirî ên PKK ê ku li ser rêya gundan hatbûne danan ji nav bibin, lê belê li hinek navçeyan jî ev bombe peqîne û ziyan gihandîye xelkê sivîl.
Dest nîşan kir, yek ji wan bomban ku PKK ê li roja 7/9/2020ê li navçeya Lêr Simaq li nêzî navçeya Kopî Hacer a girêday bajarê Sîdekanê bû ku li wê demê bi otombêla welatîyek sivîl ve teqî bû, lê belê tenê ziyan bi otombêlê ketibûn.
Ev kesê ku bomba PKK ê pêve teqîya, navê wî Xoşevî Îsma’île, xelkê gundê Aledwaye û li Xinêre akincî ye.
Paş vê bûyerê bi çend rojekan û bi taybet li roja 24 meha rabûrî, pîlaneka PKK ê li devera doskîyan rastî şkestinê hat, wexta ku PKK ê dû gulleyên ((RBG)) weke bomb li ber cadeya gundê Seydava danayn.
Ya rast PKK ê tenê yek armanc ji van hengava heye, ew jî ziyan gihandine ji bo xelkê gundan û ji bo ku rewşeka wiha dirust bike ku nearamî bikeve gundên Başûr, PKK e van karên ku diçine di xaneya terorê de bi ((Çalakiyên berxwedanê)) bi nav dike û îdî’a dike ku li dijî leşkirê Tirkiyê tên encam dan.