Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê dide

Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê dide

Rêveberiya Xweser, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi wê yekê tohmetbar kir ku Tirkiye û Îranê han dide ji bo dijayetîkirina rojavayê Kurdistanê.

Li ser gotinên Sergey Lavrov ên derbarê pirsa Kurdî de, Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkirinê ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji Rûsyayê daxwaz kir ku rola kêmkirina milmilaniyê bilîze û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê jî kêm bike.

Bedran Çiya Kurd diyar kir: “Daxuyaniyên Lavrov xizmeta çareserkirina kêşeyên Sûriyê nake û alîkar dibe ji bo handana zêdetir a Tirkiye û Îranê li dijayetîkirina Rêveberiya Xweser.”

Bedran Çiya ji Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybetî ji Amerîkayê daxwaz kir; helwesteke zelaltir li ser siberoja rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.

Berî niha, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû; dibe ku çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî veke û diyar kiribû: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin.”

Lavrov destnîşan kiribû; çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî vedike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê digot: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî qayîl bikin ku îtiraz nekin. Di vê rewşê de mijar tenê bi Sûriyê ve girêdayî nîne, girêdayî pirsa Kurdî ye, pirsa Kurdî dibe ku wisa cidî biteqe ku em van rojan bigerin.”

Pustên heman beş