Revandina welatiyên Efrînê ji bal komên çekdarên girêday Tirkiyê berdewame û di dema heftîyekê de, 8 kes ji 2 gundan hatine revandin.
Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê îro roja çarşemî 7/10/2020ê eşkere kir, çekdarên ser bi arteşa Tirkiyê ve, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin, beşek ji wan piştî pere dane çekdaran, hatin berdan.
Dest nîşan kir, girûpa çekdaran ya bi navê polîsên leşkirî ji roja 2ê vê mehê ve 3 ciwan ji gundê Maratê revandine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ednan Cincî 23 salî, Mistefa Ebdulrehman Xelîl 24 salî, Besam Ebdo Qilêç 17 salî.
Rêxistina mafên mirovan diyar kir, çekdaran piştî çend rojan ciwanê bi navê Besam Ebdo Qilêç berdan û 2 kesên din hîna niha çarenivîsa wan ne diyare.
Ragihand jî, 5 kes ji bajarokê Mabatayê ji aliyê polîsên leşkirî ve hatin revandin, piştre ji her kesekî 600 lîreyên Tirkî standin, ew berdan.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê arteşa Tirkiyê û girûpên çekdar ve, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin, heta niha jî çarenivîsa hejmareke mezin ji revandiyan ne diyare.