Arteşa Tirkiyê îro êrîşê navçeyên Rojava Kurdistanê kir, di encamê de dû Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG ê canê xwe ji dest da.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja çaşemî 7/10/2020an, di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku hêzên wan hinek navçeyên Rojhilata Firatê bordoman kirine û bi wê sedemê dû Şervanên YPGê hatine hedef kirin.
Dest nîşan kir ku wan Şervanan hewla êrîşa ser nuqteyên Tirkiyê dikir, lê belê ew ketine ber êrîşa balefiran.
Tê zanîn li roja 5 vê mehê, dewleta Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, dorbera Efrînê bordoman kirbû û bi wê sedemê 3 Şervanên YPG ê canê xwe ji dest dabûn.