Partîya Karkerên Kurdistanê îro nasnameya 3 Gerîlayên xwe eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane, hem wext ragihand ku Gerîlayan eskerek li Heftenînê ceza kirîye.
Navenda ragihandin û çapemeniyê a HPG ê îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, Gerîlayên wan duh roja sêşemî 6/10/2020an çalakîyek li Heftenînê pêkanîye û di encamê de eskerek Tirk hat kuştin.
Dest nîşan kir ku ev çalakî li Girê Dûpişkî pêkhatîye û eskerê Tirk li wir hatîye hedef kirin.
HPG ê di beyaneke din de, nasnameya 3 Gerîlayên xwe eşkere kir ku li dorbera Colemêrgê a Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
HPG ê gotîye ku ev sê Gerîla li roja 15 îlona îsalê canê xwe ji dest dane wexta ku arteşa Tirk êrîşa hewayî li wir encam day.