Bavê wê kêr li çavên wê daye

Bavê wê kêr li çavên wê daye

Xatire polîseke jin a Efxanîstanê ye ku bavê wê endamekî Talîbanê ye. Xatire dibêje, bavê min bi “tawana polîs bûnê” kêr li çavên min daye û çavên min pir birîndar kirîne.

Mes’ûd Endrabî serperiştê Wezareta Karên Navxweyî yên Efxanîstanê di ofîsa xwe a kar kirinê de hevdîtinek digel Xatire yê pêk anî û ew bi “Polîsa Wêrek” bi nav kir.

Endrabî di tiwîtekê de nivîsand, meskenek bi Xatire yê daye û soz daye ku birînên wê tedawî bike. Endrabî berdewam kir, grûpa Talîbanê nikare bi zulmê gelê Efxanîstanê bişkîne.

Her di vê demê de, Tarq Aryan Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn ên Efxanîstanê di tiwîtekê de nivîsand: “bi tenê yek Xatire ne, bi dehan Xatire ji bal Talîbanê yan hatîne gulle baran kirin yan jî di îşkenceyan de nefes kişandiye. Bavê wê jî ku hem fikrê Talîbanê ye, çavên Xatir ê bi tawana polîs bûyînê kore kirîne”.

Ev di demekî de ye ku heya niha Talîbanê ti daxuyaniyek li ser vê mijarê nedaye.

Hêjayî gotinê ye ku li gor raporan, di niha de pêtirî 3 hezar jina di çarçûvê Wezareta Karên Hundirîn ên Efxanîstanê û pêtrî 2 hezar jin di çarçûvê Wezareta Parastna Netewî ya vî wilatî de dişuxlin ku bi tevahî ji 5 hezar jinên Efxan di bîyavên cuda yên leşkirî û ewlehî ya vî wilatî de kar dikin.

Pustên heman beş