Dadgehên rejîma Îslamî a Îranê, cezayê “jêkirina tiliyên destê rastê” ji bo 4 ciwanên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê derkir, Dîwana Beriz a rejîmê ev ceza li ser dû ji wan bicî kirîye.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan eşkere kir, dadgeha Urmiyê cezayê “jêkirina tiliyên destê rastê” ji bo çar ciwanên Kurd ên bajarên Serpêlî Zehaw û Urmiyê derxistîye, cezayê dû ji wan ji bal Dîwana Beriz a Îranê li rojên rabûrî hatîye bicî kirin.
Dest nîşan kir, li rojên rabûrî cezayê “jêkirina tiliyên destê rastê” ji bo her yêk ji Mêhirdad Teymûrî 30 sal, Şehab Teymûrî 35 sal ji bal Dîwana Beriz a Îranê hatîye pişt rast kirin.
Rêxistina Hengaw li derbara cînayeta wan ciwanên Kurd eşkere kirîye ku rejîma Îranê ew bi cînayeta diziyê desteser kirine û li ser wê meselê tiliyên destê wan hatine jêkirin.
Vê rêxistina mafên mirovan li derbara herdu ciwanên din ên Kurd ku ev ceza ji bo derketîye dibêje: dadgeha Urmiyê li ser heman dozê biryara jê kirina 4 tiliyên wan ên destê rastê ji bo derxistibû yek jê bi navê Îrec Xetîbî ye.
Li gor agahiyên rêxistina Hengawê ji sala 2018an dadgeha Urmiyê bi dehan cezayên hemawa ji bo ciwanên Kurd derxistine û ji bal dîwana rejîmê ve hatine bi cî kirin.