Rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê hat terorkirin

Rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê hat terorkirin

Rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê Xazî Gelîkî piştî birîndarbûna bi gulleyekî nîşangir, jiyana xwe ji dest da.

Êvara îro roja pêncişemiyê 8ê cotmeha 2020an, rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê Xazî Gelîkî bi malbata xwe re serdana gundê Alîxanê li sînorê nahiya Kanî Masî kirbû û li wir ji aliyê çend çekdarên nenas ve, bi çeka nîşangir hat birîndarkirin.

Piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke li navçeya Zaxoyê, jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û têde diyar kir Xazî bi destê terorîstan hatiye şehîdkirin.

Civata Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê her wiha ragihand ku Xazî Salih rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Ser Zêrê îro li ber dergehê mala xwe bi destê reşê terorîstan hatiye şehîdkirin.

Civata asayîşê di daxuyaniya xwe de ti kes yan grûp û aliyek bi teror kirina Xazî Salih tumetbar nekiriye, lê belê diyar kiriye ku tawanbar wê bacek giran bidin.

Pustên heman beş