Balefirên dewleta Tirkiyê, îro hereketên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin û aqarên du gundan li sînorê Duhokê bordoman kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 2020/10/9an balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, êrîşî hereketa çekdarên PKK ê li sînorê navçeyên Dêralokê û Şêladzê kir, hejmareke mûşekan li nuqteyên wan xistine.
Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 1:40ê paş nîvrojê 2 mûşek li aqarê gundê Bêsepê yê girêdayî navçeya Şêladzê li Devera Nêrwe Rêkan dane.
Herweha li demjimêr 6:30 êvarê balefiran 3 mûşek li serê Dereca Hêtîtê li çiyayê Lînkî ku dikeve aqarê gundê Hêtîta kevin li navçeya Dêralokê dan.
Herçend ku zirarên PKK ê nehatine zanîn, lê belê zirar bi aqarê wan gundan ketîye û tirs li cem şêniyên gundan çêbûye.