Hat eşkere kirin ku yek ji 8 gerîlayên meha borî di operasyona Yildirim-1ê da li Şirnexê hatiye kuştin Nurgul Duran e ku di lîsteya tirûncî ya Tirkiyê da cî digirt.
Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand, xebata tesbîtkirina nasnameya yek ji 8 gerîlayên ku di çarçoveya operasyona Yildirim-1î da li çolwarê Beytuşebaba navçeya Şirnexê di 23-24ê îlona 2020an da di operasyona fermandariya cendirmeyan ya bajêr da hatin berterefkirin, temam bû.
Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand, hat tesbîtkirin ku gerîlaya PKK ê Nurgul Durana bi kod navê “Yildiz” ku parêzvana Hamîyet Yalçinkaya ya berpirsyara jinan /Botan Sehayê bû û navê wê di lîsteya pirteqalî ya Tirkiyê da hebû û dewleta Tirkiyê heta milyonek lîre weke xelat ji bo pêdana zanyariyan li ser wê yan jî kuştina wê diyar kirbû.
Hat tesbîtkirin ku Nurgul Duranê di salên 2015-2016an da li Silopî ya navçeya Şirnexê di sazîbûna bajêra rêxistinê da di asta berpirsyar da çalakî encam dane , li navçeyê di dema bûyerên Çal-Barîqatê da gelek çalakiyên kordîne kiriye û telîmata van çalakiyan daye.